
Advertise on podcast: Perxudres Podcast
Rating
5from
This podcast has
510 episodes
Language
EnglishPublisher
Ömer Faruk BaranExplicit
No
Date created
2022/06/23
Latest episode
2026/11/14
Average duration
4 min.
Release period
2 days
Description
Kurdish - Kurmanji podcast on art, culture and literature. Patreon: https://www.patreon.com/14075748/join Contact: [email protected]
Unlock Perxudres Podcast podcast Email contact info,
Listeners & Audience details
Email contact information
Direct podcast contact details

Listeners
Audience numbers & engagement insights

Audience details
Podcast Insights

Podcast episodes
Check latest episodes from Perxudres Podcast podcast
#505. ''Honey Trap'' Bi Kurmancî Çi Ye?
2026/11/14
The New York Timesa Amerîka payîza 2026an bi xebereka ser CEOyê şîrketa Nvidiayê qiyamet rakir, dinê li hev xist.
Di xeberê da dihat gotin ku CEOyê Nvdiayê Jensen Huang, xêncî zewaca xwe, bi Alice Huangê ra, bi wê xanima berê li Megaspeed Internationala Sîngaporê bû, ketiye muhabetekê.
Ûûûû, dihat gotin ku di xeberê da, wê xanimê ji mêrik malumatên mihîm bi dest xistine, ji Amerîka îstixbarat biriye Çîn û Pekînê.
Nvidia şîrketeka çîpên hişê çêkirî ye û Amerîka û Çîn di meseleya hişê çêkirî de jî ketine reqabetek û rakêşaneka mezin. Her çiqas Reutersê ser xebera The New York Timesê got ew nikane meseleya îstixbaratê teyît û piştrast bike jî xeberê pir deng da.
Jensen Huang muhabeta xwe ya bi Alice Huang ra qebûl kir, got rast e û ji xanima xwe û ji zarokên xwe, xwest wî af bikin û dûra rabû ji karê xwe yê 33 salan vekişîya, îstîfa kir.
Medyayên Amerîkîyan, Îngîlîzan ser Jensen Huang gotin ketiye ‘’honey trap’’ê, medyaya Tirkan got ‘’bal tuzağı’’ Mehneya ‘’honey’’ê, ‘’hingiv’’ e, ‘’mehneya ‘’trap’’ê, ‘’dehfik’’ e yanî, yanî ‘’xefk’’e, yanî ’’kemîn’’ e, yanî ‘’feq’’ e, lê ‘’honey trap’’, ‘’bal tuzağı’’ bi Kurmancî çi ye?
Perxudres Podcastê ji şair, nivîskar û medyakaran pirsî.
Ji şairan, Gulîzerê di ser evînê re got ya ‘’tora evînê’’ ya jî ‘’kemîna evînê’’ Medyakar Nupel Mugurtay got ‘’kemîna bi cazîbe’’ Ji nivîskaran Fexrîye Adsay û Ferzan Şêr bi hev ra gotin ‘’xefka dil’’ Akademîsyen Şehmust Kurt di ser cazîbeyê ra got ewê bêje ‘’dehfika dilkêşanê’’
Nav çi be jî, casusîya bi cazîbe ne tiştekî nû ye. Amerîka û Çîn li dera han, wexta Almanya hêlek xerb, hêlek şerq du parçe bû, ajanên xerbî bi şevên şehwetê ji sekreterên serok û rêberên şerqî malumat top dikirin.
Ka kî çi zane li coxrafyaya bi Ereban, bi Farisan, bi Tirkan û bi Kurdan dagirtî, di şevên şehwetê da kê ji kê çi sitand, kê çi da kê, ka kî çi zane.
EN: Perxudres Podcast is supported by its listeners. To help us keep going support us via Patreon. No strings attached - cancel whenever you like. Many thanks!
🔗www.patreon.com/perxudrespodcast
TR: Perxudres Podcast dinleyicilerinin destekleriyle yayınını südürmektedir. Bağımsız Kürtçe podcastimizin yayınlarını beğeniyorsan sen de sürdürebilirliği için Patreon'dan destek ver. İstediğin zaman desteklerini durdurabilirsin. Müteşekkiriz!
🔗www.patreon.com/perxudrespodcast
KU: Perxudres Podcast bi destekên guhdarên xwe weşanê dike. Eger tu vê podcasta serbixwe diecibînî bo domdarîya weşana wê tu jî ji Patreonê destekê bide. Dilê te çi wext xwest tu dikarî destekên xwe bisekinînî. Sax bî, mala te ava!
🔗www.patreon.com/perxudrespodcast
#504. Li Pêla Protestoyên Gêncan Al û Flamayên Filîstînîyan | Amadekar: Arya Abbas
2026/11/12
Gen Z learnt about the Palestinian cause from social media. After 2023, the war between Israel and Palestine flared up again, and the atrocities in Gaza entered our algorithms through short videos on different social media apps.
These algorithms not only showed the world what Palestinians think and go through, but also their signs and symbols. Watermelon is used as an online symbol for their cause. The color of their flag is in watermelons.
In the wave of protests in Europe, young people have been seen tying their keffiyehs around their necks and putting them on their heads. There are also English people who wear them. People who wear them feel as though they are good, they're on the right side of history. They're against war and genocide. It makes their hearts feel at ease. And I would say that sometimes it also brings out their sense of rebellion and anger.
Palestine is just one example, but I would say that I am not wrong to say that today's youth are compassionate. Climate change, injustice and, corruption, bother us and we do not remain silent about it. We speak up, protest, and boycott if needed.
There is a slogan in Arabic that says "from the river to the sea Palestine will be free". This slogan has been around for a long time, but it was also one of the that became more widespread, especially through the internet.
We are in a time where the youth becomes aware of news through social media. Communication has become easier and global, and media has never been this easy to access. Wherever there is injustice in the world, it is now spread on social media and is exposed to young people through apps including Instagram and Tiktok.
We don't need to be there physically, but our phones and the internet is enough to sympathise with helpless, opressed people.
Corruption and oppression are not ok and shouldn't be normalised, and genz Z understands this very well, which is perhaps a reason to why they can be seen as emotional and rebellious.
Arya Abbas
EN: Perxudres Podcast is supported by its listeners. To help us keep going support us via Patreon. No strings attached - cancel whenever you like. Many thanks!
🔗www.patreon.com/perxudrespodcast
TR: Perxudres Podcast dinleyicilerinin destekleriyle yayınını südürmektedir. Bağımsız Kürtçe podcastimizin yayınlarını beğeniyorsan sen de sürdürebilirliği için Patreon'dan destek ver. İstediğin zaman desteklerini durdurabilirsin. Müteşekkiriz!
🔗www.patreon.com/perxudrespodcast
KU: Perxudres Podcast bi destekên guhdarên xwe weşanê dike. Eger tu vê podcasta serbixwe diecibînî bo domdarîya weşana wê tu jî ji Patreonê destekê bide. Dilê te çi wext xwest tu dikarî destekên xwe bisekinînî. Sax bî, mala te ava!
🔗www.patreon.com/perxudrespodcast
#503. Afganistan: Li Ber Dengê Muzîka Yasax | Kurdish Podcast
2026/11/10
Servîsa Darî ya Dengê Amerîka Qasima 2026an ragihand ku Talîbana li Afganistanê hikûmran e, li Xosta li şerqê welêt 650 enstruman û malzemeyên muzîkê şewitandine.
Rayedarên Talîbanê dibêjin muzîk di Îslamê da heram e û kesên karên muzîkê dikin gunehkar in.
Jiber yasaxên li ser muzîkê li Kabula paytexta Afganistanê çarşîyên tarîxî yên muzîkê hatine girtin, dikanên cil û xwarinê ketine şûna dikanên enstrumanan.
Bi vê rewşê, hinek muzîsyen ji Afganistanê derketine, hinekan jî karên xwe yên muzîkê mecbûrî berdane û dest bi karên din kirine.
Kesên karên muzîkê dikin, li malan veşartî, bi dizî vî îşî dikin. Neslên nû radibin, bêyî ku kesî bi xwe bihîsinin dersên muzîkê distînin.
Aljazeereê Sibata 2025an ser rubabê, ser enstrumana milî ya Afganistanê xeberek hazir kiriye. Di xeberê de ostayekî jiber yasaxan rubaban bi dizî çêdike, dibêje bi vegera Talîbanê ra mişterîyên wî zêde bûne.
Osta dide zanîn ku muzîsyen ji Afganistanê derketine û çûne Îranê, jiber ku muzîk li wir ne yasax e, ew li wê xurbetîyê sebra xwe bi rubabê tînin.
Talîban bi derketina Amerîka ra sala 2021ê vegerîya Kabula paytext û kontrola dewletê jinûve xiste destê xwe.
Berî vê vegerê di mabêna 1996 û 2001ê da kontrola Afganistanê di destê Talîbanê da bû. Li gor rayedarên Talîbanê, muzîk arezûyên nefsî gur dike, gêncan ji rê derdixe û zirarê dide exlaqê milet.
#502. Mektûba Guhdar Dilazad: Li Şevê Bar
2026/11/06
Şev e, sar e, saet 1ê şevê ye, tarî ye. Sermaya payîzê heta hestiyên xwe jî hîs dikim. Lê belê ne xema min e çimkîîî hişê min ji bedena min xeyîdîye. Îro bedena min gote hişê min: “Ez nikarim vê stresa te hilgirim'' û xeyîdî.
Heyv li jor tam di hîzaya min de ye. Ronahiya heyvê dide Behra Marmarayê û derdorê piçekî be jî ronî dike. Ez li ser kursîyê xwe yê kampê runiştime û motor û vapor, gemîyên di behrê de temaşe dikim. Hinek ji wan pir mezin in belkû bi tonan tiştan hildigirin. Ji wan re dibêjin yük gemisi, gemîyên bar li ser.
Ez û gemîyên bar li ser em bê deng li hev dinêrin. Carinan ez jî xwe mîna wan hîs dikim. Heçkû barekî pir giran li pişta min e. Lê dizanim ku tenê serê min pir tije ye û ew jî ji min re dibe bar.
Welhasil dîsa xew nekete çavê min û min xwe berda jêra mala xwe û li ber behrê rûniştim. Naxwazim bi kesî re biaxivim, qet naxwazim biaxivim jî. Singa min teng e û dixwazim tama vê singtengiyê tena serê xwe bikişînim. Dixwazim tama êşê, kederê û hesretê bistînim, dixwazim singa min ew qas teng bibe ku ez tı carî vî hestî ji bîr nekim. Hestekî nexweş e. Lê belê pir bi tam e, êstiran ji çavên min tîne lê xweş e.
Di guhê min de strana Ahmet Kaya “ Beni Tarihle yargila” lê dixe. Ez jî bi Ahmet Kaya re dibêjim “beni bilimle anla iki gözüm, felsefeyle anla ve tarihle yargıla”
Dema ez vê strana Ahmet Kaya guhdar dikim xwe têda dibînim û wekî wî li hember işq û evînê îsyan dike dilê min. Nema ji jîyanê tamê distînim. Tiştên min jê hez dikirin çûn û çûn, kêfxweşîya min jî li pey wan pişta xwe da min û çû.
Dîsa bi Ahmet Kaya re dibêijm, “Beni yaşamımla sorgula iki gözüm, beni yüreğimle, beni özümle, bilimle anla beni, felsefeyle anla beni, tarihle anla beni veeeee öyle yargıla.'' Naxwazim wergerînim, ew stran jî wisa qedîya û çû.
Guhdar Dilazad
EN: Perxudres Podcast is supported by its listeners. To help us keep going support us via Patreon. No strings attached - cancel whenever you like. Many thanks!
🔗www.patreon.com/perxudrespodcast
KU: Perxudres Podcast bi destekên guhdarên xwe weşanê dike. Eger tu vê podcasta serbixwe diecibînî bo domdarîya weşana wê tu jî ji Patreonê destekê bide. Dilê te çi wext xwest tu dikarî destekên xwe bisekinînî. Sax bî, mala te ava!
🔗www.patreon.com/perxudrespodcast
#501. Misirî, Michiganî, Misliman: Abdul El-Sayed
2026/11/05
Amerîka 3yê Qasima 2026an bo hilbijartinên nîvdemî, bo midterm elections, çû ser sindoqan.
Di hilbijartinan da li hember Komarîyan, li hember Cumhurîyetçîyan yanî, kêf bû kêfa Demokratan ku wan li çend eyaletan navên xwe li tarîxê nivîsîn.
Ji vê tarîxê navek jî Abdul El-Sayed bû, bi vî navî li Amerîka cara pêşî ye Mislimanek dibe senator.
Abdul El-Sayedê bi eslê xwe ji Misirê ye ji eyaleta Michiganê hat hilbijartin. Michigan merkezeka Amerîkîyên Ereb e.
Serokê Amerîka Donald Trump di mîtîngekê da ser Abdul El-Sayed gotibû ew cîhadîst e û paşê jî gotibû berî ew here Senatoyê gerek di dedektorên metal ra derbaz bibe.
Abdul El-Sayed sala 1984an li Detroitê hatiye dinê. Hîn î 3 salî bûye dê û bavê wî ji hev veqetîyane, damarîya wî Jacqueline Johnson ew xwedî kiriye.
Li unîversîteyên Michigan û Columbia tib xwendiye Abdul El-Sayed û ser epîdemîyolojîyê xebitîye.
Kampanyaya xwe ya hilbijartinê bi polîtîkayên çep meşand Abdul El-Sayed, got seba dewlet xizmetên rind bide û herkes jê îstîfade bike, gerek mîlyarderên mezin bac û xeracê bidin û wî desteka Amerîka ya bo Îsraîlê jî da ber top û tîran.
Di mîtîngekê da Abdul El-Sayed ji Amerîkîyan got ku pereyên ku hûn didin dewletê li şûna ku bibin bombe û li xelkê û li zarokên wan kevin, gerek jibo we û zarokên we werin xerckirin, fehmkirina vê meselê ne zor e.
Abdul El-Sayed ser operasyonên Îsraîlê yên li Gaza dibêje jenosîd e, lê Îsraîl vê sûcdarkirinê heta niha jî red dike.
Reqîbên Abdul El-Sayed dibêjin danûstandinên wî bi Îxvanî Muslimîn ra hene ku ew li Misirê hereketa herî mezin û herî kevn e.
Wê hereketa sosyal, sîyasal û Îslamî sala 1928an bi rêberîya Hasan El Benna destpê kiriye û xêncî Misirê li Urdun, Surîye û li welatên din ên şerqî deng daye.
Li hêla Filîstînîyan, Harekat el-Muqawamah el-Îslamîye, bi Kurmancîya wê Hereketa Berxwedana Îslamî, bi kinkirina wê Hamas ji Îxvanî Muslîmîn çêbûye.
Îxvanî Muslimîn piştî serhildana Bihara Ereban ya 2011an bo demeka kin hatibû îqtidarê.
Abdul El-Sayed dibêje ti dostanî û danûstandina wî bi wan koman ra tune û ew li gor qanûnên Amerîka hereket dike, û bang li Amerîkîyan dike ku ne li eslê wî ne li dînê wî, lê li polîtîkayên wî binêrin.
#500. Bi Dengên Guhdarên Delal Perxudres Podcast
2026/11/04
🎉♥️🎧Di vê xelekê da guhdarên me yên delal xeleka 500î ya Perxudres Podcastê pîroz dikin.
EN: Perxudres Podcast is supported by its listeners. To help us keep going support us via Patreon. No strings attached - cancel whenever you like. Many thanks!
🔗www.patreon.com/perxudrespodcast
TR: Perxudres Podcast dinleyicilerinin destekleriyle yayınını südürmektedir. Bağımsız Kürtçe podcastimizin yayınlarını beğeniyorsan sen de sürdürebilirliği için Patreon'dan destek ver. İstediğin zaman desteklerini durdurabilirsin. Müteşekkiriz!
🔗www.patreon.com/perxudrespodcast
KU: Perxudres Podcast bi destekên guhdarên xwe weşanê dike. Eger tu vê podcasta serbixwe diecibînî bo domdarîya weşana wê tu jî ji Patreonê destekê bide. Dilê te çi wext xwest tu dikarî destekên xwe bisekinînî. Sax bî, mala te ava!
🔗www.patreon.com/perxudrespodcast
#499. Ji Efrînê Heta Diyarbekir Mecîdê Hemgulî
2026/11/03
Nivîskar Sevîm Hatun bi dengê Mecîdê Hemgulî di kitabekê da destanên hêla Efrînê kom kirine.
Kitaba destanên nola Dewrêşê Evdî, Edla Emer Begê, Eyşa Îbê, Tahîr Begê Lawîn û Lewend Paşayê Narîn têda, Eylûla 2026an bi etîket û kalîteya Wardozê derketiye ku ew weşanxane pirtir bi karên xwe yên ser folklorê tê naskirin.
Di pêşgotina kitabê da Sevîm Hatun dibêje fikra vê kitaba destanên ser hêla Efrînê ji destana navê wê ‘’Ûs û Ezîz’’ çêbûye ku mamostayê wê Omer Delîkaya xwestiye ew ser bixebite.
Li gor gotina Sevîm Hatun, Omer Delîkaya berê wê xisusî daye edebîyata devkî ya hêla Efrînê ku heta niha kêm xebat, pir kêm xebat ser çêbûne.
Bi destana Ûs û Ezîz dengê Mecîdê Hemgulî cara pêşî li guhên Sevîm Hatunê ketiye.
Sevîm Hatun dibêje ‘’Di qeyda kilamê da ku min lê guhdarî kir Mecîdê Hemgulî dipeyîvî, xwe teqdîm dikir û kilama xwe dida nasîn, bi deng û şêwaza xwe ya nazik û henûn xeber dida û kilam digot. Dema min guh dida kilamên Mecîdê Hemgulî, ji min ra dibû meraq û min dixwest bizanibim ku ew kî ye û dengê wî çawa ewqas xweşik hatiye qeydkirin’’
Dewam dike Sevîm Hatun, dibêje ‘’Min berê jî gelek destan û kilam ji qeydên bandan guhdarî kiribûn, di wan da hem deng zelal nebûn, hem destan û kilam kamil nebûn û bi ser da jî deng cih bi cih qut dibû. Lê dengê Mecîdê Hemgulî ne qut dibû ne jî difetisî, bi dengekî zelal bi şêwazeka estetîk, di gel tembûrê distra û her distra’’
Efrîn, ew bajarê li hêla Çîyayê Kurmênc dereka berteng e, ji bajarên din ên Kurdan hinekî qut bûye û vê yekê jî kiriye ku kilam û destanên wê xas bin, xas bimînin.
Mecîdê Hemgulî li Efrînê bi nav û deng e, lê derên din deverên din wî pir nas nakin.
Sevim Hatun di xebata ser Mecîdê Hemgulî da ji YouTubê ji kanala navê wê Jindires îstîfade kiriye; ew kanala bi kar û kedên Arif Hesen û Ebdulwehab Ebdulhenan û çend kesên din deng û dîmenên sazbend, tembûrvan, dengbêj û şairên Çîyayê Kurmênc diweşîne.
Mecîdê Hemgulî sala 1922yan li gundê Gazê yê Tilifa Efrînê ji dayik bûye û sala 2007an, 85 salî li Helebê wefat kiriye.
Tembûrvanê wî Wehîd Xelîl ser Mecîdê Hemgulî dibêje ‘’Mecîd bi herbî bû, bi hûd bû, û muhîd bû, wek behr bû talîya gêndî tune bû. Merivekî qebadayî bû, tiştê kêm lîyaqê xwe nedidî. Peya bû. Kilamcî bû. Kî çax mir Mecîdê Hemgulî rakirin ser destan..’’
Berê ji xalanên xwe kilam rakirine Mecîdê Hemgulî, dûra guhên xwe daye ser Evdê Şe’rê ku ew rêber û pîrê dengbêj û sazbendên hêla Efrînê tê hesibandin.
Ti qeyda dengê Evdê Şe’rê tune, lê tê gotin ku Mecîdê Hemgulî gava kilam û destanên wî gotine, şorek ne jê kêm kiriye, ne lê zêde kiriye.
Mecîdê Hemgulî destan û kilam bi devoka xwe ya Efrînê gotine, tesîra zimanê Tirkî û Erebî li vê dîyalektê ketiye. Bes Sevîm Hatun dibêje Mecîdê Hemgulî kilam û destan li gor qalib û qaîdeyên wan gotine û zimanê wî sade û siwar e, ew ji peyvên kevn û kêmnas dûr sekinîye.
Ji Diyarbekir e Sewîm Hatun, dibêje, famkirina devok û dîyalekta Efrînê di sêrî da çetin hat bi min, lê dibêje bi destekên nas û dostên ji hêla Çîyayê Kurmênc ez hêdî hêdî bûm guhnasê gotinên wan dema ser kilamên Mecîdê Hemgulî xebitîm.
Di kitaba ser Mecîdê Hemgulî da 15 destan û 7 kilam hene. Bi vê kitabê cara pêşî hemû repertiwara dengbêjekî Efrînê hatiye nivîsîn. Gotina Sevîm Hatunê ye di pêşgotinê da: Hêvî dikim ev kitêb ji bo parastin û pêşxistina mîrata qedîm a Çîyayê Kurmênc bibe gaveka mifadar.
EN: Perxudres Podcast is supported by its listeners. To help us keep going support us via Patreon. No strings attached - cancel whenever you like. Many thanks!
🔗www.patreon.com/perxudrespodcast
KU: Perxudres Podcast bi destekên guhdarên xwe weşanê dike. Eger tu vê podcasta serbixwe diecibînî bo domdarîya weşana wê tu jî ji Patreonê destekê bide. Dilê te çi wext xwest tu dikarî destekên xwe bisekinînî. Sax bî, mala te ava!
🔗www.patreon.com/perxudrespodcast
#498. Meha Dehan 2026: 73 Destekçî - 643 Dolar
2026/11/02
Guhdarên delal,
Meha 10an a sala 2026an bi destekên 73 guhdaran 643 dolar ket hesabê Perxudres Podcastê.
Vê mehê CS. RÖ. YK. û HB. û NT. bûn destekçîyên nû. Bo wan û bo destekçîyên berê pir û pir spas.
Me bi van destekan ser rewş û rojeva dinê, ser kultûr, sanat û edebîyatê xelekên nû hazir kirin, me mektûbên we guhdaran xwendin.
Em dibêjin Perxudres Podcast mal e, mekteb e, memleket e ya, bi destekên we li vî warî me meha 10an, cîh da Kevok Memedyan, Arya Abbas, Mihemed Baqî, Îrem Zinar û Hêvîgeş Bêrtî, wan jî xelekên nû çêkirin û qehweyên vê podcastê vexwarin.
Hûn dizanin li Tirkîyê rewşa medyayê çiqas xerab e. Ewqas xerab e ku kanaleka rasterast bêje benzîn û mazot biha bûye, nemaye. Kes nikare, lome nabin, kes newêre bêje bi vî halî êdî debar û îdara nabe, bes e.
Di rewşeka ewqas xerab da em xwe mecbûr dibînin xêncî kultûr, sanat û edebîyatê, hinek xelekên aktuel, sosyal, sîyasal jî çêkin û rewşa milet ragihînin.
Medya bo dewam bikin, nesekinin, ya li hêla partîyekê disekinin, ya li hêla dewletekê. A me bi xêra guhdarên me yên sadiq û samîmî, cîger cesaret e, em li hêla milet disekinin û bê propaganda bê heqaret bê sansur, behsa herkesî behsa her tiştî dikin.
Studyoyên me tune ne, mîkrofên hevalên me ne mîkrofên mihteşem in, lê dostanî û dilsozîya we heye û tevî hinek amatorî û kêmasîyên me yên biçûk, kalîteya karê me.
Jibo em vê podcastê pêşve bibin û xelekên hîn xweşik çêkin, jibo em li ser nigan serbixwe bimînin û serbest bêjin, banga me xayet zelal e bo we guhdarên delal.
Mebêjin pir e mebêjin hindik e ji lînka me ya Patreonê destekê bidin Perxudres Podcastê. Bi hezaran guhdarên me hene, mimkun e, bi destekên we medyayeka serbixwe bi Kurdî jî mimkin e.
Resima li qapaxê: Claude Monet
EN: Perxudres Podcast is supported by its listeners. To help us keep going support us via Patreon. No strings attached - cancel whenever you like. Many thanks!
🔗www.patreon.com/perxudrespodcast
TR: Perxudres Podcast dinleyicilerinin destekleriyle yayınını südürmektedir. Bağımsız Kürtçe podcastimizin yayınlarını beğeniyorsan sen de sürdürebilirliği için Patreon'dan destek ver. İstediğin zaman desteklerini durdurabilirsin. Müteşekkiriz!
🔗www.patreon.com/perxudrespodcast
KU: Perxudres Podcast bi destekên guhdarên xwe weşanê dike. Eger tu vê podcasta serbixwe diecibînî bo domdarîya weşana wê tu jî ji Patreonê destekê bide. Dilê te çi wext xwest tu dikarî destekên xwe bisekinînî. Sax bî, mala te ava!
🔗www.patreon.com/perxudrespodcast
#497. Jinên Kurd û Tirk li Enqerê Bo Aştî û Azadîyê Kom Bûn | Amadekar: Hêvîgeş Bêrtî
2026/11/01
Jinên Kurd û Tirk li Enqere ya paytexta Tirkîyê bo danûstandinên ser siberojê li hev kom bûn.
Di programa konferans û forumê da hema bêje ji her alîyê sîyasetê û ji her fikrê jin hebûn.
Jinan ser, aştî, azadî û çareserîya demokratîk xeber dan, danûstandin kirin.
Ez Hêvîgeş Bêrtî, bo guhdarên Perxudres Podcastê li programê hazir bûm û min ji sîyasetvan, aktîvîst û akademîsyanan fikrên wan ên ser vê programê pirsîn.
Müşerref Geçer û Hüda Kaya, ku ser lêkolînên Îslamê dixebitin, dibêjin ew kêfxweş in ku ji her alîyê jin bo aştîyê li hev kom bûne.
Sîyasetvan Ayşegül Doğan dibêje ew dixwazin civakeka nû çêkin û aktîvîst Duygu Zeynep dibêje jibo civakeka nû hêvîyên wan neqedîyane, lê westîyane û ew dixwazin hêvîyan jinûve geş bikin.
Akademîsyen Hidayet Şefaatli Tuksal dibêje danûstandinên sîyastvanan têra çêkirina aştîyê nakin û gerek komên sîvîl jî bo aştîyê bipeyîvin.
Li gor Hidayet Şefkatli Tuksal jibo aştîyê karê ew bikin hîn pir e û gerek di dilê milet da rizayeka aktîf çêbe.
Perva İnal, aktîvîsta ser lêkolînên Îslamî dixebite, dibêje ew jiber bawerîya xwe mesûla karê bo aştîyê dibîne.
Aktîvîst Hadiye Yolcu û Nurten Ertuğrul dibêjin ew jiber danûstandinan kêfxweş in û ewê micadeleya aştîyê bidomînin.
EN: Perxudres Podcast is supported by its listeners. To help us keep going support us via Patreon. No strings attached - cancel whenever you like. Many thanks!
🔗www.patreon.com/perxudrespodcast
TR: Perxudres Podcast dinleyicilerinin destekleriyle yayınını südürmektedir. Bağımsız Kürtçe podcastimizin yayınlarını beğeniyorsan sen de sürdürebilirliği için Patreon'dan destek ver. İstediğin zaman desteklerini durdurabilirsin. Müteşekkiriz!
🔗www.patreon.com/perxudrespodcast
KU: Perxudres Podcast bi destekên guhdarên xwe weşanê dike. Eger tu vê podcasta serbixwe diecibînî bo domdarîya weşana wê tu jî ji Patreonê destekê bide. Dilê te çi wext xwest tu dikarî destekên xwe bisekinînî. Sax bî, mala te ava!
🔗www.patreon.com/perxudrespodcast
#496. Serokomarîya Tirkîyê Wefaya Ehmedê Xanî Dide Abdullah Keskin
2026/11/01
Serokomarîya Tirkîyê ragihand ku di Xelatên Mezin yên Kultûr û Sanatê yên 2026an da Xelata Wefayê dide Ehmedê Xanî.
Vê xelata wefayê, li ser xatiraya Ehmedê Xanî dikê xwedîyê Weşanxaneya Avesta Abdullah Keskin bistîne.
Şair û mitesewifê mezin Ehmedê Xanî ji eserên xwe ya pir bi Mem û Zînê tê naskirin.
Ehmedê Xanê ew eser talîya sedsala 17an ra nivîsîye. Derdorên entelektuel, Ehmedê Xanî bi gotinên di vê eserê da wî rêberê miletperwerîya Kurdan dihesibînin.
Bifikir ji ‘Ereb heta ve Gurcan
Kurmancî ye bûye şubhê burcan
Ev Rûm û ‘Ecem bi wan hesar in
Kurmancî hemî li çar kenar in
Ehmedê Xanê di MemûZînê da bi van gotinan dibêje Kurmanc di orta Osmanli û Îranê da ji hev parçe bûne, perîşan ketine.
Tevî ku bi Kurmancan ra hîmet, xîret, celadet heye jî dibêje Ehmedê Xanî dibêje jiber ku ew ji xwendinê, ji kitaban dûr in ji vê rewşa xerab dernakevin.
Enwa‘ê milel xudankitêb in
Kurmanci tenê di bê hisêb in
Ser sebeba nivîsîna Mem û Zînê, Ehmedê Xanî dibêje, da xelqi nebêjitin ku Ekrad, bê merîfet in, bi esl û bunyad.
Weşanxaneya Avesta ji talîya 1995an vir va, da Kurd xudankitêb bin û da xelqi nebêjitin ku Kurd bê merîfet in, bi esl û bunyad, bêtir bi Kurdî û Tirkî, lê bi Îngilizî û Fransî jî kitaban derdixe.
Jiber şertên Tirkîyê heta niha ser bi dehan kitabên Weşanxaneya Avesta doz hatine vekirin, hinekên wan hatine yasaxkirin, hinekan ceza xwarine.
Tevî hemî zordarîyan jî Weşanxaneya Avesta li ber xwe daye û heta vê Xelata Wefayê ya Serokomarîyê Tirkîyê ya bo Ehmedê Xanî maye.
Hêjayî bîrxistinê ye, AAPê, Yekîtîya Weşangerên Amerîkayê jî, Xelata Azadîya Weşangerîyê ya Navneteweyî ya 2026an dabû Weşanxaneya Avesta
AAPê sala 2005an jî ew xelat dabû Weşanxaneya Avesta ku di tarîxa AAPê da cara pêşî weşanxaneyek du caran vê xelatê distîne.
#495. Hinekî ADHD | Amadekar: Îrem Zinar
2026/10/31
Berîya ku tu fikirekê xilas bikî fikirekê din destpê dike... Gava tu tiştekî difikirî tiştekî din tê bîra te, paşê ew tiştê ku hat bîra te tiştekî din jî bi xwe ra tîne. Û di cîhekî da tu ferq dikî tiştê ku tu di serî da difikirî êdî nayê bîra te... Yek ji tesîrên ADHDê yên mirov zû ferq dike jî ev e.
ADHD yanê kêmasîya dîqetê û hîperaktîvîte, norolojîk e. Her kes wê mîna nexweşî zane lê ev nexweşî nine. Tenê kesên ku ADHD’ya wan heye mêjîyên wan ji kesên din hinekî cûdatir dixebite. Di eynî waxtê da pirr tişt tê bîra wan û şaş dibin, nizanin kîjanê bikin.
Li min jî bi pirranî werr dibe. Ji boy karekî rûdinim û bîra dikim ez ji boy çi rûniştim. Werr li cîhê xwe dimînim dibêjim ‘Yaw ez ji boy çi hatibûm vira?’
Mesela çend seet berê min fîlmek vekiribû. Çend deqîqe jê derbas bûn min dît di destê min de qelem heye resmekê boyax dikim. Min got ‘Ka fîlm li ku ma, ev qelem ji ku ket destê min?..’ Çi waxtê fîlman sêyr dikim tiştên werr tên serê min paşê jî dibêjim ez ji fîlman tiştekî fahm nakim.
Di ADHDê da, zîhnê te ew qas bilez dixebite ku car caran tu bixwe jî li paş fikirên xwe dimînî. Qey mêjîyê te ber bi cîhekî baz dide û te hîn solên xwe li nigên xwe nekiriye.
Tiştên ku tên bîra me ne di destê me da ne. Carna dengek, dîmenek, bîranînek yan jî detayeka biçûk me dibe ser fikirekê ku em qet ne li benda wê ne. Zîhnê me her tim tiştan bi hev girêdide. Lê ya muhîm ne tenê fikirîn e; mesele ew e ku em dixwazin bala xwe bidin ser kîjan fikira xwe û wê çerr bidomînin.
Car caran qet nikarim bala xwe bidim ser tiştekî. Carna jî berevajî wê dibe. Tiştê ku di normal da zêde li ser nasekinim gava bala min bikşîne dikare min bi seetan bi xwe ve girêde. Qey diherim dinyayekî din, heya dikarim tiştên ku li derdora min diqewimin jî bîra bikim.
Li ser kitaban bêjim, ez carekê de yan dikarim tenê du sê rûpel kitab bixwînim yan jî bênefes nîvê kitabê xilas dikim. Lê her kesên ku ADHD'ya wan heye vê yekê bi eynî awayî tecrube nakin. Hin kes dikarin xwe zêdetir kontrol bikin.
Hevalekê min heye, pirr ji xwendina kitaban hez dike û meseleya kitabê çi bibe jî dikare bi çar çavan heya dawîyê bixwîne. Ez matmayî dimînim, çunku ez kitabê pirr hez bikim jî jiber ADHDyê carna nikarim wê kitabê xilas bikim.
Dibêjin mirovek çerr hem nikare bala xwe xurttir bike û hem jî dikare serê xwe bike nav tiştekî û çend seetan jê raneke? ADHD tam jî ev e!
Lê li gor min alîyekî vê meseleyê heye ku pir qala wî nakin: Mirov nikaribe bigihîje zîhne xwe, hêdî hêdî dostanî û danûstandina wî bi xwe re xira dibe.Waxtekê şûn da tu ne tenê ji ber fikirên xwe diwestî. Tu êdî ji xwe diqehirî. Û alîyê ku tu herî zêde jê diwestî ev e: Tu dizanî di nav zîhnê te de çi diqewime lê nikarî kesek din re bêjî çunku nayê fahmkirin.
Mirov gava ji derva mêze dikin tenê tiştên ku nîvçe mane dibînin. Lê nabînin ku heta tu hatî vê xelekê di zîhnê xwe de bi çend tiştan ra mijûl dibî.
Dibe ku em bixwazin zîhnê me bisekine lê ev çare nine çunku zîhnê me ne makine ye. Em nikarin her fikirê bidin sekinandin û nikarin her roj bi eynî motîvasyonê bixebitin.
Tib û doxtor li ser vê dibêjin: Mesele ne tenê kêmasîya motîvasyonê ye, xurtkirina dîqetê lazim e, û gerek tu zemanê xwe kontrol bikî û hinekî li ber xwe bidî.
Ji bo vê terapî û dermanan tawsîye dikin. Lê ev derman ADHDyê xilas nakin, çinku ev nexweşî nine. Ev derman tenê hinekî kêrî rihetkirina zîhnê mirov tên.
Ewên ku ADHD’ya wan heye lazim e ku bi zîhnê xwe ra şer nekin û wî baştir fahm bikin. Nivîsîn, sivikkirina karan û derdoreka aram, ev hemû alîkarîya mirov dikin ku bala mirov belav nebe. Ez bixwe fêdeyên van di jiyana xwe de dibînim.
Heger mirov nikaribe bigihîje zîhnê xwe ev mehneya wê ne ew e ku ew xirab an jî kêm e. Tenê lazim e fahm bike ku ev mesele çima diqewime û gerek li gor wî çareyekê bibîne.
Ne lazim e ku tu bilezînî, lazim e tu fahm bikî ku tu çima xwe mecbûrî lezûbezê hîs.. Erê min ê hîn li ser qise bikira lê ji bîra min çû, dîsa..
#494. Şeva Pîrebokan: Kurdish Halloween Night 2026 | Amadekar: Kevok Memedyan
2026/10/29
Chalak Events a li Stenbolê bi karên xwe yên enteresan deng daye, li ser stîla van karan şeveka pîrebokan organîze kir.
Ew şeva li dinê wek Halloween tê zanîn her sal talîya meha 10an tê pîrozkirin û konsepta wê bo ken û kêfê kinc û kostumên bi tirs û xof in.
Kevok Memedyan bo guhdarên Perxudres Perxudrestê fîstaneka reş lê, li piştê kembera zêrîn û pelerîn, li serê wê kumê cazûyan li çalakîya Chalak Eventsê hazir bû û ji gênc û ciwanan fikrên wan ên ser Şeva Pîrebokan pirsî.
EN: Perxudres Podcast is supported by its listeners. To help us keep going support us via Patreon. No strings attached - cancel whenever you like. Many thanks!
🔗www.patreon.com/perxudrespodcast
TR: Perxudres Podcast dinleyicilerinin destekleriyle yayınını südürmektedir. Bağımsız Kürtçe podcastimizin yayınlarını beğeniyorsan sen de sürdürebilirliği için Patreon'dan destek ver. İstediğin zaman desteklerini durdurabilirsin. Müteşekkiriz!
🔗www.patreon.com/perxudrespodcast
KU: Perxudres Podcast bi destekên guhdarên xwe weşanê dike. Eger tu vê podcasta serbixwe diecibînî bo domdarîya weşana wê tu jî ji Patreonê destekê bide. Dilê te çi wext xwest tu dikarî destekên xwe bisekinînî. Sax bî, mala te ava!
🔗www.patreon.com/perxudrespodcast
#493. Xweşî Kozmetîk | Amadekar: Mihemed Baqî
2026/10/28
Silav, dem baş. Ez Mihemed Baqî, 28 salî me, xelkê Wanê me.
Ji 12 salîya xwe heya niha li xerîbî û xurbetîyê di înşaetan da dixebitîm. Çend salan li metropolên Tirkîyê mam, çend salan li Ewrupayê, lê min ew ti wextî ji xwe ra wek warek nedidît.
Li wan bajarên xerîbî û xurbetîyê tim xeyala min bû, min digot ez ji xwe ra li Wanê dikanekê vekim û navê wê jî bikim navekî bi Kurdî.
Piştî salên dirêj ez vegerîyam welêt. Di serî da jiber sebebên ekonomîk min nekarî ez karekî bi dilê xwe bikim.
Hemd ji Xwedê ra, îsal ew derfet çêbû. Min li Qelqelîya Wanê dikaneka kozmetîkê vekir û navê wê jî kir Xweşî Kozmetîk.
Berî ez vê dikanê vekim ez li Entabê bûm, li Islahîyê dixebitîm. Di nav kar û xebatan da her tim difikîrîm, çi bikim, çi bikim û min ji hevalên xwe jî dipirsî. Hevalekî got ''Dikaneka kozmetîkê veke, got ''taleb gelek e, mişterî pir in, lê dikan kêm in.''
Fikireka xweş bû, bi wê xweşî û dilgermîyê min got ez navê dikanê jî bikim ''Xweşî Kozmetîk''. ''Xweşî'' him bi Kurdî bû, him jî têda X, W û Î hebûn.
Min serê payîza 2026an dikana xwe ya kozmetîkê vekir. Hevalên ji derûdora min, hemû şok bûn. Digotin ''simbêlê te û kozmetîk..''
Ez bi sekna xwe ya radîkal û hinekî jî bi serhişkbûna xwe têm naskirin li derûdora xwe. Kozmetîk karekî nazik bû wek ku, ez jî hişk û sert. Lê me hêdî hêdî destpê kir li Xweşî Kozmetîkê.
Hevalekî min ê karên înşeetan piştî Xweşî Kozmetîkê got ''Jixwe karê te neguherîye, te berê satilên mezin yên boyaxê dibir û dianî, niha jî boyaxên biçûk dibî û tînî..'' Çi gotineka xaş!
Devoka Qelqelîya Wanê devoka Serhedê ye. Ji ‘’xweşî’’yê ra dibêjin ‘’xaşî’’ Ji Instagramê li ber tabeleya dikanê pir ji min dipirsin, ’’Xeweşî çi ye?’’ Gelekan nedikarî bixwînin, digotin ‘’xeweşî’’ an jî ‘’xaşî’’, gelek kes jî dihatin digotin ‘’dikana te gelek xaş çêbûye, lê ‘’xeweşî’’ çi ye.''
Ez bi van xwendinan gelek dikenim, yên dipirsîn jî bi min ra dikenin, piştî ku dielimin ''xeweşî'', ''xaşî'' û ''xweşî'' wek hev in.
Cîhê dikana min, cîhê Xweşî Kozmetîkê, li milekî wê eskerên Tirk hene, li milekî wê polîsên Tirk. Dost û hevalên min her tim dibêjin ‘’Yaw tu bi salan ji wan direvîyayî, te aniha jî li pêşîya wan dikan vekiriye..’’
Ez jî dikenim û dibêjim, ‘’Kozmetîkê cesaretek da min û simbêlên min. Jiber sloganên bi Kurdî wextekê me rûyê xwe digirt da em nekevin kamerayan û neyên girtin lê ez niha li pêş çavên wan, li ber kamerayên wan disekinim. Hinek tişt guherîn.’’
Rojekê bavê min hat dikanê. Tabelaya Xweşî Kozmetîkê nîşanî hevalekî min î li dikanê da, got dibe ku ‘’Esker û polîsên li vir seba tabelaya Kurmancî neyêne vir, neyên tiştan nekirin?’’ Hevalê min jî kenîya û got ‘’Xeman newe Apo, jixwe ewan nizanin bi Kurmancî ye, teqez dibêjin bi Îngilîzî ye..’’
Bi rastî jî wisa ye, Tirk tên maneya dikanê dipirsin, dibêjin ‘’Ev nav navekî çawa ye?’’, ‘’Ez jî dibêjim navekî güzel e güzel, pir güzel..’’
Mihemed Baqî
EN: Perxudres Podcast is supported by its listeners. To help us keep going support us via Patreon. No strings attached - cancel whenever you like. Many thanks!
🔗www.patreon.com/perxudrespodcast
TR: Perxudres Podcast dinleyicilerinin destekleriyle yayınını südürmektedir. Bağımsız Kürtçe podcastimizin yayınlarını beğeniyorsan sen de sürdürebilirliği için Patreon'dan destek ver. İstediğin zaman desteklerini durdurabilirsin. Müteşekkiriz!
🔗www.patreon.com/perxudrespodcast
KU: Perxudres Podcast bi destekên guhdarên xwe weşanê dike. Eger tu vê podcasta serbixwe diecibînî bo domdarîya weşana wê tu jî ji Patreonê destekê bide. Dilê te çi wext xwest tu dikarî destekên xwe bisekinînî. Sax bî, mala te ava!
🔗www.patreon.com/perxudrespodcast
#492. Mektûba Guhdar Bî Rabbit: Payîza Pencereyekê
2026/10/27
✉️🎧Şeveka payîzê ye, saet 10, li kolanên welatekî xerîb digerim ji xwe ra. Li ser dersê bûm, dixebitîm, min xweste bêhnekê bidim. Lê çi bêhn! Yek di behrekê da berî tam bixeniqe, belkî cara dawî serê xwe derbixe ser avê û bêhneka dawî bistîne; bêhneka dawî, di nav fikir û raman û qisawet û kesayeta xwe da, bêhneka dawî..
Hewa germ e angorê vê mehê, lê ez dîsa jî nexweş im. Bi gavên nexweş berve petrolê diçim ku qehwekê bistînim. Rê wan tîne bîra min, lanet be. Bi vê lanetê gotineka Mehmûd Dervîş tê bîra min îcar û ez jî mîna wî dibêjim ‘’Ka çawa ba û bahozê mala min xirab kir sûcdar bikim, min pencere vekir.’’ Qebûl dikim, min pencere vekir, qebûl dikim û dewam dikim.
Dixwazim li tiştekî guhdar bikim, lê bê gotin, tenê muzîk. Li ser YouTubeê, li ser Spotifyê, Kurdish Instrumental Music dinivîsim, nizanim çima bi Îngilîzî dinivîsim.
Qeydek heye, ji saetekê dirêjtir e. Meraq dikim, wê vedikim. Piştî çend sanîyeyan meraqa min diçe, ji straneka Mem Ararat e enstrumantal. Naxwazim muzîk gotinekê bîne bîra min. Li enstrumantalên din dinêrim û têm digihînim shopa petrolê.
Dikevim hindur, qehwekê çêdikim û derbazî ber qesayê dibim ku perê wê bidim. Qasedar li min dinêre, çavên xwe vedigerîne, dîsa li min dinêre û dipirse: ‘’Ew formaya li te a kîjan tîmê ye, kîjan lîg e?’’‘’Amedspor e dibêjim, lîga Tirkîyê..’’
Bi meraqa wî sohbeta me ya bo wî kin, bo min kûr destpê dike. Cemalê navê li ser Jamal, dibêje ''Ez Kurdê Helebê me, dibêje ''ez her hefte çar rojan li vê petrolê dixebitim.''
Di destê min da qehwe ji shopa petrolê derdikevim. Cemalê ji Helebê, kitaba Selahaddin Demirtaş tîne bîra min, Jamal.
Muzîka xwe vedikim, ji Metin Kodzoko - Maghiri. Her tiştî ji bîr dikim, her tişt tê bîra min. Çima ji malê derketim, çi ez aciz kiribûm. Dibêjim hewesa min nemaye li vê heyatê, li ser dersê bûm û min nedixwest êdî li pey lîsansa xwe ked bidim.
Ber bi malê, rastî pişîkêkî reş î binsingê wî sipî têm. Li van deran pişîk zêde nînin, hebkî li dû wî pişîkî diçim û fehm dikim ku min rêya xwe şaş kiriye. Pişîk nîne, ez jî nînim.
Ji rêya şaş vedigerim malê. Di xewna xwe da yekî dikujim. Yekî dikujim û şîyar dibim. Şeveka payîzê ye, saet 10, li kolanên welatekî xerîb digerim ji xwe ra.
Guhdar Bî Rabbit
Fotografa li qapaxê: Guhdar Bî Rabbit
EN: Perxudres Podcast is supported by its listeners. To help us keep going support us via Patreon. No strings attached - cancel whenever you like. Many thanks!
🔗www.patreon.com/perxudrespodcast
TR: Perxudres Podcast dinleyicilerinin destekleriyle yayınını südürmektedir. Bağımsız Kürtçe podcastimizin yayınlarını beğeniyorsan sen de sürdürebilirliği için Patreon'dan destek ver. İstediğin zaman desteklerini durdurabilirsin. Müteşekkiriz!
🔗www.patreon.com/perxudrespodcast
KU: Perxudres Podcast bi destekên guhdarên xwe weşanê dike. Eger tu vê podcasta serbixwe diecibînî bo domdarîya weşana wê tu jî ji Patreonê destekê bide. Dilê te çi wext xwest tu dikarî destekên xwe bisekinînî. Sax bî, mala te ava!
🔗www.patreon.com/perxudrespodcast
#491. Xwendekarên Sirbistanê:Mamosteyên Sîyasetê
2026/10/26
🎧📢Xwendekarên Sirbistanê bi serketineka sîyasî bala dinê alemê kişandin ser xwe.
Serketina xwendekaran li vê demê, li payîza 2026an rast tê ku gêncên jenerasyona Zyê li seranserê Ewrupa rabûne, jiber sîstemên xirab protestoyan dikin.
Li Sirbistanê jî hereketa xwendekaran ji 2024an vir va bi slogan û protestoyan li meydanan bû. Qasima 2024an li Novi Sada li bakurê Sirbistanê kanopîyeka îstasyoneka trênê hilweşîyabû û 16 kes di bin da mabûn, miribûn.
Ser van mirinan, xwendekarên Sirbistanê gotibûn hikûmet karê xwe pak nake û dest bi protestoyan kiribûn.
Xwendekaran li lîse û unîversîteyan ders sekinandin, rê girtin û bi meş û bi bisîklêtan bi rê ketin, çûn gund û taşrayên Sirbistanê ji milet ra behsa rewşa welêt kirin.
Di du salan da, bi rêberîya van xwendekaran protestoyên herî mezin yên tarîxa Sirbistanê çêbûn. Bi mezinbûna protestoyan ra serokê welêt Alexander Vucic mecbûr ma, bêli kir, roja hilbijartina pêşwext da: 25ê meha 10an, 2026.
Xwendekar jibo hilbijartinê li hember otorîteya Alexandar Vucicê li welêt 14 sal in serok bû bê rêber bê lîder li dora Lîsta Xwendekaran kom bûn.
Lîsta Xwendekaran ne li gor dûzena klasîk e, piranîya wan akademîsyen in, artîst in, cotkar û karker in, aktîvîst in û pirekên wan nû ketine sîyasetê.
Û ew sîyasetvanên nû ne li ser xeteka homojen in: Hinek nêzîkî Ewrupa ne, hinek nêzîkî Rûsya, hinek li hêla çepê ne, hinek li hêla rastê, hinek lîberal in, hinek muhafazakar, lê tev dibêjin ew li hember bertîl, talan, derew û dolabên hikûmetê disekinin.
Slogana Lîsta Xwendekaran ‘’Sirbistan yan Mafya?’’ bû û 25ê meha 10an bi vê pirsê di hilbijartinan da derb li otorîteya Alexandar Vucic ket, muxalefetê ew xist xwarê.
Sîyasetvanên Lîsta Xwendekaran dibêjin di dewra Alexandear Vucic da medya nemaye, edalaet nemaye, lîyaqat nemaye û ew dixwazin dewleteka bi heq û hiqûq jinûve çêkin.
Li gor pispor û profesorên sîyasetê xwendekarên Sirbistanê di du salan da, di demeka pir kin da karekî şahane kirine û ew ne şagirt in, oste ne, mamoste.
Fotograf: Emilija Kosić - Instagram
Podcast sponsorship advertising
Start advertising on Perxudres Podcast relevant audience podcasts
You may also like to advertise on these Podcasts

4.5185359
Who, When, Wow!
Tinkercast | Wondery

4.6688821132
Armchair Expert with Dax Shepard
Armchair Umbrella

4.9554902203
The MeidasTouch Podcast
MeidasTouch Network

4.639655
Only Murders in the Building Podcast
Straw Hut Media

4.7833521
The Home Service Expert Podcast
Tommy Mello: $200 Million Founder|Forbes, Inc., Entrepreneur Columnist

4.443661372
Something You Should Know
Mike Carruthers | OmniCast Media

4.7906254
Everything is Fine
Jennifer Romolini and Kim France

4.610923583
Serialously with Annie Elise
Annie Elise & Audioboom Studios

4.41171483
The Outlier Health Podcast
Matt Frazier, Matt Tullman, Isabelle Caputo, and Doug Hay

4.616241367
Giggly Squad
Hannah Berner & Paige DeSorbo