350447050
SBS Kurdish - SBS Kurdî

Advertise on podcast: SBS Kurdish - SBS Kurdî

Rating
★★★★★
4.6
from
11 reviews
This podcast has
1020 episodes
Language
English
Publisher
SBS
Explicit
No
Date created
2010/01/13
Latest episode
2026/11/12
Average duration
17 min.
Release period
2 days

Description

Independent news and stories from SBS Audio, connecting you to life in Australia and Kurdish-speaking Australians. - Guhdare hevpeyvînan, raportan û çîrokên civakê ji bernameya Radiyo SBS Kurdî bike, di nav de nûçeyên ji Australya û ji seranserî cîhanê.

Unlock SBS Kurdish - SBS Kurdî podcast Email contact info,
Listeners & Audience details

Email contact information

Direct podcast contact details

Listeners

Audience numbers & engagement insights

Audience details

Podcast Insights

Podcast episodes

Check latest episodes from SBS Kurdish - SBS Kurdî podcast


Nuçeyên roja Pêncşemê 12 11 2026
2026/11/12
Di vê bûletene de: Serokwezîr Anthony Albanese ji ber ku di lûtkeya avhewayê de behsa sotemeniyên fosîl nekir, rastî rexneyên tund hat... Piştî ku li bakurê Sydney parçeyek ji laşê mirovekî hat dîtin, polîsan lêpirsîn da destpêkirin... Û di lîstika rugbyê de, stêrkên tîmê "Jillaroos" ji bo fînala Kûpa Cîhanê ya roja Yekşemê ya li dijî New Zealand amade ne. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene. #sbsaudiopodcast
"Pençeşêra pişikan: Kujera bêdeng ku pir caran pir dereng tê naskirin"
2026/11/11
Li Australya, tê payîn ku îsal zêdetirî 15,122 kes bi kansêra pişikê werin teşxîskirin, ango rojane nêzîkî 41 kes. Ji ber ku hema hema %85ê bûyeran di qonaxeke dereng de têne teşxîskirin, kansêra pişikê yek ji mezintirîn pirsgirêkên kansêrê yên welêt dimîne. Lê, pêşketinên di tespîtkirina zû de hêviyê didin ji bo baştirkirina encaman. Ev hevpeyvîna bi Dr Salah Amedi re rola Bernameya Neteweyî ya Tesbîtkirina Kansêra Pişikê di hêsankirina teşxîsa zûtir de bi rêya kontrolkirina armanckirî ya kesên bê nîşane û xwedî rîska bilind vedikole. #sbsaudiopodcast
Guhertineke mezin di polên Australî de: Pirtûk tên vekirin û ekran tên girtin
2026/11/11
Xwendegehên Australî vedigerin ser esasên fêrbûnê; hukûmet gavan diavêjin da ku dema li ber ekranan di polan de derbas dibe kêm bikin û têkiliya xwendekaran a bi teknolojiyê re kêm bikin. Ev guhertin di awayê perwerdekirina zarokan de guherîneke mezin nîşan didin, ku ev yek di demekê de pêk tê ku derbarê bandora ekranan a li ser fêrbûnê de nîgeranî zêde dibin. #sbsaudiopodcast
Nûçeyên roja Sêşemê 10/11/2026
2026/11/10
Di vê bûletene de: Parlamenterên Partiya Kar piştgirîya Xeznedar dikin, tevî raporên li ser agahdarkirinên li dijî wî... Komên parêzvaniyê daxwaza pêşnûmeqanûna Erka Lênihêrîna Dîjîtal dikin da ku zirarên komên li ser internêtê nas bikin, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene. #sbsaudiopodcast
Bernameya SBS Kurdî: çîrok, hevpeyvîn, raport û mijarên din
2026/11/10
Guhdarî tevahiya bernameya SBS Kurdî ya 05/11/2026 bikin û bi naverokeke dewlemend, rengîn û balkêş re beşdar bibin. Di vê bernameyê de hevpeyvîna bi nivîskar û helbestvanê Kurd-Cihû Ebas Boskan re heye, nûçe, raporên ji Hewlêr, Amedê, û gelek mijarên din ên balkêş cih digirin. #sbsaudiopodcast
Nûçeyên roja Înî 06/11/2026
2026/11/06
Di vê bûletene de: Wezîr dicivin da ku li ser armancên "Girtina Valahiyê" gotûbêj bikin... Hukûmeta federal piştgiriya xwe ji bo xizmetguzariyên tenduristiya derûnî ya civaka Cihû dirêj dike, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene. #sbsaudiopodcast
“As a Kurd, I strongly support the right of peoples to self-determination” - “Wek Kurdekî, ez bi tundî piştgirîya mafê çarenivîsa gelan dikim”
2026/11/05
Israel’s October 2026 election has exposed deep divisions within Israeli society, with no clear parliamentary majority emerging. Amid regional tensions involving Iran, Lebanon and Syria, the results raise questions about Israel’s political future and prospects for peace in the Middle East. In this discussion, Melbourne-based Kurdish-Jewish writer and poet Ab Boskany explores the election outcome, regional security and diplomacy, while also reflecting on the Kurdish struggle for self-determination, political unity and the future aspirations of the Kurdish people. - Hilbijartinên Îsraîlê yên Cotmeha 2026an dabeşbûnên kûr di nav civaka Îsraîlê de eşkere kirin, bêyî ku piraniya parlamentoyê ya zelal derkeve holê. Di nav aloziyên herêmî yên ku Îran, Lubnan û Sûriyeyê tê de ne, encam pirsan li ser siberoja siyasî ya Îsraîlê û perspektîfên aştiyê li Rojhilata Navîn derdixin holê. Di vê hevpeyvînê de, nivîskar û helbestvanê Kurd-Cihû yê li Melbourne dijî, Ebas Boskanî encamên hilbijartinê, ewlehiya herêmî û dîplomasiyê vedikole, di heman demê de li ser têkoşîna Kurdan ji bo xwerêvebirin, yekîtiya siyasî û armancên siberojê yên gelê Kurd difikire. #sbsaudiopodcast - #sbsaudiopodcast
Nuçeyên roja Pêncşemê 05 11 2026
2026/11/05
Di vê bûletene de: David Jones dikeve bin rêveberiya îflasê, ku bi hezaran kar di xetereyê de ne... Ciwanek li Herêma Bakur bi tohmetên têkildarî terorê re rûbirû dibe... Û di werzîşê de, tenîsvanê Australî Rinky Hijikata, Novak Djokovic di Paris Masters de têk dibe. Ew nûçeyana û nûçeyên din ê di bûlentenê de hene. #sbsaudiopodcast
Nûçeyên roja Çarşemê 04/11/2026
2026/11/04
Di vê bûletene de: Hilbijartinên nîv-dewreyê yên DYA, bi awayekî berfireh wekî referandûmeke li ser dema duyem a serokatiya Donald Trump tên dîtin... Guhertinên bacê yên di budçeya Partiya Kar de, bûne sedema daketineke nedîtî di krediyên xaniyan ên ji bo veberhêneran de... Û di tênis de, Novak Djokovic bû lîstikvanê herî temenmezin ku di dîroka Paris Masters de serkeftin bi dest xistiye. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene. #sbsaudiopodcast
Bang li endamên Parlemena Kurdistanê hat kirin
2026/11/04
Vala Ferîd, seroka fraksiyona Partî li parlemana Kurdistanê ragihand ku ew daxwazê ji hemû parlementerên vê xula parlemenê dike ku roja çarşemê, 04 11 2026an, saet 11:00ê sibehê li hola parlemanê ji bo civîna temamkirina rêkarên rûniştina yekem a xula şeşem amade bin. Zêdetir derbarê mijarê di raporta Ehmed Xefûr ji Hewlêrê heye. #sbsaudiopodcast
Bernameya SBS Kurdî: çîrok, hevpeyvîn, raport û mijarên din
2026/11/03
Guhdarî tevahiya bernameya SBS Kurdî ya 29/10/2026 bikin û bi naverokeke dewlemend, rengîn û balkêş re beşdar bibin. Di vê bernameyê de hevpeyvîn, nûçe, raporên ji Hewlêr û Amedê, podkasta Sîstema Australya Çawa Dixebite û gelek mijarên din ên balkêş cih digirin. #sbsaudiopodcast
Nûçeyên roja Înî 30/10/2026
2026/10/30
Di vê bûletene de: Kujera kivarkan Erin Patterson îtîraza xwe winda kir... Polîs dozên li dijî zilamekî Perth zêde kirin... Spanî rêz dibin da ku xwînê bidin rêwiyên ku di qezaya trênê de birîndar bûne, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene. #sbsaudiopodcast
Kolberî: Di navbera debara jiyanê û metirsiya mirinê de
2026/10/29
Rojane bi sedan kes ji Kurdên Rojhilatê Kurdistanê ji bo dabara xwe û malbatên xwe, wekî kolber dixebitin. Lê, gelek ji wan bûne qurbaniyên gulebarana rasterast a hêzên ewlehiya Îranê; hin hatine kuştin û hin jî birîndar bûne. Di vê hevpeyvînê de, nûçegîhan Ehmed Xefûr bi Roman Mirakî, rojnamevanekî Kurd û çalakvanê mafên mirovan re, li ser rewşa kolberan, zehmetiyên ku ew rojane rû bi rû dibin û xmetirsiyên ku jiyana wan tehdîd dikin, diaxive. #sbsaudiopodcast
Nuçeyên roja Pêncşemê 29 10 2026
2026/10/29
Di vê bûletene de: Civîneke awarte bi cotkaran re ji bo rizgarkirina peymana bazirganiya azad a Yeketiya Ewropî û Australya... Parlamenterên opozîsyonê piştî weşandina hejmarên enflasyonê yên herî dawî zextê li hukûmetê dikin… Spanya piştî qezaya trênê ya kujer sê roj şîn îlan kir, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene. #sbsaudiopodcast
289 jin hatine kuştin: Li Amedê ji bo dadperweriyê deng tê bilindkirin
2026/10/28
Li Amedê komele û tevgerên jinan li hember kuştin û tundiya li ser jinan dibe, dest bi çalakiya Jin, Dadperwerî û Bîranîn kirin. Çîroka jinên ku hatine kuştin tê xwendin. Ji meha yekê 2026 de li Tirkiye 289 jin hatine kuştin. Li alîkî din rojnamevan jî li hember zext û zora li ser azadiya ragihandinê xwepêşandanek kirin. Li gorî RSFê di rapora azadiya ragihandinê de Tirkye di rêza 163an da ye. Di nav mehekê de heft rojnamevan hatin girtin. #sbsaudiopodcast

Podcast reviews

Read SBS Kurdish - SBS Kurdî podcast reviews


4.6 out of 5
11 reviews

Podcast sponsorship advertising

Start advertising on SBS Kurdish - SBS Kurdî relevant audience podcasts


What do you want to promote?